İbrahim Atmaca
01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
TEHRAN
Ji bo salvegera hezar û 378emîn a li Kerbelayê qetilkirina Hezretî Huseyînê neviyê Hezretî Mihemmed û 72 hevalên wî li Tehrana paytextê Îranê merasimên Eşûreyê hatin lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.
Li gor salnameya hîcrî Hezretî Huseyîn di 10ê meha Muharremê da hat kuştin. Ji bo şîna Hezretî Huseyîn li gelek bajarên Îranê di heman demê da çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
Lor li Îranê nijadek e û weke her sal îsal jî li Oşşakul Ebbas Heseynî roja Eşûreyê merasima "Herîkirinê" li dar xist. Lor ji bo êşa Hezretî Huseyîn bînin bîra xwe di merasima Gil-maliyê da xwe dixin nav ava heriyê û xwe serdapê herî dikin, roja Eşûreyê heta nîvro şînê dikin.
Li Bazara Mezin a Tehranê li Xaçerêya Gelubendekê merasimeke mezin hat lidarxistin. Gelek îranî hatin qada merasimê.