HEWLÊR (AA) - Li Herêma Kurdistana Iraqê partiyeke bi navê "Partiya Islah û Geşedanê" ya ku AK Partiyê ji xwe re mînak hilda hat avakirin.
Navenda partiyê li Hewlêrê ye û serokê partiyê jî Mihemed Baziyanî ye.
Baziyanî ji nûçegîhanên AAyê re daxuyand ku li herêma Kurdistanê hewcedariya wan partiyeke nû ya ku wek AK Partiyê heye û wiha axivî: "Partiya me ya Islah û Geşedanê, ji xwe re AK Partiya li Tirkiyeyê mînak hilda. Ji hêla rêvebiriyê ve em wan wek mamosteyên xwe dibînin. Lewra ya ku AK Partiyê li Tirkiyeyê kir tecrubeyeke nû bû. Em ê bi heman rêgezan ve tevbigerin."
Baziyan daxuyand ku tekîliyên wan ji berê ve Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û avakerên AK Partiyên re heye û wiha axivî:
"Têkîliyên me û hevdîtinên me şexsî bûn. Me wan ji nêz ve nas kir û ji xwe re mînak hilda. Di partiya me de em ê ne li gor têkiliyên kesan, em ê li gor şarezaya wan wezîfayan bidin. Heta niha li herêma me tevgereke wiha çênebû. Em ê bi dehan projeyan ve valahiyên li herêma me tije bikin."
Baziyanî got ku hereketên siyasî yên din avakirina partiya wan erênî dibînin û wiha axivî:
"Bi hemû partiyan ve têkîliyên me baş in. Bi ya me divê herkes bi projeyên xwe xizmeta herêma Kurdistanê bikin. Partiya me jî wek hemû partiyan dê bi projeyên xwe û fikrên şaristanî ve dê bixebitin. Deriyê partiya me ji hemû kes û komên ku baweriya wan şaristanî heye re vekirî ye. Em ê modeleke ku hemû nijad û ol bi taybetiyên xwe ve di siyasetê de cih bigrin ava bikin. Tu kes dê neyên ji dûrxistin."
Baziyanî got ku ew ê di demeke kurt de kongreyekî ava bikin û serokê giştî yê partiyê û endamên lijneya rêvebiriya navend hilbijêrin.