ERBÎL
Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) "Fûara Îran Expoyê ya 8emîn" dest pê kir.
Vebûna fûara ku ji sedî jor fîrmayên îranî beşdar bûn, waliyê Hewlêrê Newzat Hadî û Serbalyozê Îranê Ezîm Huseynî kir. Şirketên îranî di Fûara Hewlêrê ya Navneteweyî de ji xurekan heta mobîlyayê, ji cil û bergan heta amûrên malê, malzemeyên înşaet û ziraetê, amûr û keresteyên teknolojî û tenduristiyê gelek tişt tên pêşkêşkirin.
Serbalyozê Îranê yê Hewlêrê Huseynî diyar kir ku bazirganiya salane ya di navbera Iraq û Îranê de bi qasî 12 milyar dolaran e. Huseynî got ku bazirganiya ji bilî neftê ya di navbera her du welaten de bi qasî 3 milyar û 65 milyon dolaran e.
Huseyîn got ku dê bi hikûmeta navend a Bexdayê re peymana xazê îmze bikin û da zanîn armanca wan ew e ku bazirganiya di navbera Iraq û Îranê de derxînin 20- 25 milyar dolaran.
Huseynî axaftina xwe wiha berdewam kir: "İranê bi bihayê 68 milyon dolaran neft firote Iraqê. Piraniya nefta ku hat firotin, şandin HKIFê. Her wiha di bihayê 455 milyon dolaran ceyran jî firotin. Bazirganiya ku bi bejayî tê kirin jî li gor par ji sedî 23ê zêde bû. Ji sedî 55ê bazirganiya di navbera her du welatan de, bi HKIFê re tê kirin.
Huseynî da zanîn ku di 6 mehên dawîn de milyonek û 82 hezar kes ji Îranê derbasî Iraqê bû. Huseynî got ku di heman demê de 920 hezar û 120 kesî jî Îran ziyaret kir.
Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî jî diyar kir ku bazirganiya di navbera HKIFê û Îranê de ji sedî 30yî zêde bûye. Hadî got ji bo ku bi Îranê re têkiliyên bazirganiyê pêş bikevin 25 milyar dolar veberhênan li ser Deriyê Sînor yê Hecî Umran kirin. Rêya bejî ya du şerîdî ya hatin û çûyînê û du tûnel ava kirin.
Fûar dê di 13ê kanûna pêşîn de biqede.