08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
HEWLÊR
Li Hewlêra bajarê Rêveberiya Herêma Kurdistanê (HKI) ji bo 107 bûk û zavayên penaber ên ku ji Sûriye û bajarên dorberê hatine dewet hat kirin.
Saziya Xwedîxêriyê ya Barzanî bi alîkariya Hîva Sor a Tirkan û Yekîtiya Mîrektiyên Ereban merasima dewetê kir û li Salona Sporê ya Zanîngeha Selaheddînê hat lidarxistin.
Newzed Hadiyê Waliyê Hewlêrê Mûsa Ehmedê Berpirsê Saziya Xwedîxêriyê ya Barzanî, Serdar Yilmazê Serokê Delegasyona Alîkariya mirovahiyê ya Hîva Sor a Tirkan û rayedarên Hîva Sor a Yekîtiya Mîrektiyên Ereban beşdarî dewetê bûn.
Waliyê Hewlêrê Hadî di merasimê da axivî û got: "Bûk û zavayên ku ji herêmên Iraqê û Sûriyeyê hatine yên penaber di vê jiyana zor da ji bo ku jiyaneke teze ava bikin hewl didan. Piştgiriya ku em bidin wan zehf girîng e. Xwedê hizûrê û jiyaneke kêfxweş têxe nesîbê wan."
Serdar Yilmazê Serokê Delegasyona Alîkariya mirovahiyê ya Hîva Sor a Tirkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Me wek Hîva Sor a Tirkan kinc da 107 bûk û zavayên xwestin bizewcin. Hêviya me ew e ku jiyana bi êş û jan xilas be û di nav kêfxweşiyê da bijîn."
Hesen Kîfahê ku ji Sûriyeyê hat û xwe siparte Hewlêrê jî wiha axivî: "Destgirtiya min jî wekî min li vê konbajarê wek penaber dimîne. Ji ber ku pê ra zewicîm zehf bextewar im. Ez ji hemû kesên ku ev îmkana dan me ra sipas dikim."