ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) di 21ê îlonê de hilbijartin dê bên kirin û amadehiyên hilbijartinê didomin. Li herêmê bihayê benzînê jî nîvî nîvî daket û tê îdiakirin ku ev daketin ji bo hilbijartinê hat kirin.
Li HKIFyê lîtreya benzînê ji 80 (1000 dînarê Iraqê) centan, daxistine 40 (500 dînarê Iraqê) centan.
Partiyên siyasî diyar dikin ku daxistina bihayê benzînê ji bo hilbijartinan hat kirin û îdia dikin ku piştî hilbijartinê benzîn dê dîsa biha bibe.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) van îdiayan qebûl nakin û diyar kirin ku wê benzîn êdî erzan bê firotin.
Piştî ku bihaya benzînê daket hin saziyên petrolê yên li Erbîlê firotin dan sekinandin. Wisa tê texmînkirin ku benzînê stok dikin û hêviya wan ew e ku piştî hilbijartinan benzîn zêde bibe û ew jî wê demê bifroşin.
Welatiyên ku li herêmê dijîn jî ji vê sepandina hikumetê gelek kêfxweş bûn û dibêjin: "Jixwe neft li herêma me tê derxistin û ev jî biryareke gelek baş û rast e. Ya ku me eleqedar dike daketina benzînê ye."