QAHÎRE
Li parlementoya Ewropayê ji hêla komên siyasî ve pêşnûmaya biryarê hat amadekirin û di lijneya giştî de nîqaş kirin û qebûl kirin. Di pêşnûmayê de hat xwestin ku li Misrê dawî li bûyerên şîdet û terorê bê. Di pêşnûmayê de bang kirin ku li Misrê ji bo maweya bihurînê ya sisyasî şert û mercên ku hewce dikin, bên avakirin.
Di biryarê de êrîşên li ser kesên ku li qadên Rabîa û Nahdayê çalakiya rûniştinê dikirin, hat rexnekirin û gotin kuteşkîlata Birayên Misilmana nekarî rê li ber bûyerên şîdetê bigire.
Hat destnîşankirin ku nêrîna siyasî çi dibe bila bibe artêş ji ewlehiya her kesî berpirsyar e û hat xwestin ku der barê êrîşên dawîn de lêpirsîneke serbixwe bê avakirin.
Di biryarê de hat xwestin ku desthilatiyê demildest bidin destê birêvebiriyeke sivîl yê ku bi awayekî azad hat hilbijartin û bang kirin ku li welêt di demek nêz de hilbijartin bên kirin. Hat xwestin ku divê her kes û partiyên siyasî bi awayekî azadane bikarin beşdarî hilbijartinan bibin û hat gotin ku qedexekirina partiyan tenê dê hêlên radîkal xurt bike.
Di biryarê de bang kirin ku di destûra nû de mafên bingehîn û azadiyên mirovan bên bicîkirin û hat xwestin ku kêmneteweyên wekî qiptiyên xiristiyan jî di nav de mafê hemû kêmneteweyên dînî û welatiyan û azadiya çapemeniyê bikeve ber garantiya destûrê.