Li gor agahiyên ku ji Serokwezîriyê hatin bidestxistin rojnameger Mihemed Bedewiyê ku ji rayedarên radyoya "Iraqa Azad" bû bi destê serbazakî hat kuştin.
Hat diyarkirin piştî ku ev xeber belav bû Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî ji bo binçavkirina serbaz emir da Yekîtiya Operasyonên Bexdayê.
Radyoya "Ewropaya Azad" û "Iraqa Azad" bi 30 zimanî weşanê dikin. Mihemed Bedewî ji bilî karê radyoyê di Zanîngeha Bexdayê de jî hîndekar bû.
Li gor rapora Saziya Civakî ya Sivîl a Iraqê ji sala 2003an heta niha 267 rojnamegerên xwemalî û biyanî hatine kuştin.