Bi munasebat salvegera duyemîn ya bûyerên Mihemed Mehmud li qada Tehrîrê ya Qahîreyê çalakî hatin lidardixstin û hêzên ewlekariyê mudaxeleyî çalakvanan kir.
Çalakvanan li dijî Wezîrê Karên Navxweyî Mihemed Îbrahîm diruşme gotin û kevir avêtin erebeyên polêsan. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê bi bombeyên rondikrêj mudaxeleyî çalakvanan kir. Hin çalakvan di tesîra bombeyan de man û di navbera çalakvan û polêsan de xirecir derket.
Çalakvanan destûr neda ku alîgirên Wezîrê Parastinê Ebdulfettah Sîsî wêneyên wî vekin û ewna ji qadê dûr xistin.
Li Misrê piştî Husnî Mibarek, konseya leşkeriyê dest dabû li ser îdareya Misrê. Ji bo ku konseya leşkerî dest ji îdareyê bikêşe û îdarê bide desthilatiya sivîl di 19ê Mijdara 2011an de li kolana Mihemed Mehmud çalakî hatibûn lidarxistin û di çalakiyan de gelek kes miribûn û bi sedan kes jî birîndar bibûn.