İbrahim Atmaca
03 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
MUSUL
Hat ragihandin ku li Mûsila wilayeta Iraqê berpirseke payebilind ê DEAŞa rêxistina terorê hat girtin.
Midûrê Emniyeta Mûsilê Tuxgeneral Hamad Namis el-Cebûrî daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, hêzên asayîşê li ser îstixbaratê ji qadroya payebilind a DEAŞê Vacîde Casim Nuh, li navçeya El-Memunê ku dikeve başûrê rojavayê Mûsilê, di cihê ku xe veşartibû da girt.
Cebûrî diyar kir ku terorîsta jin a ku wan girt li başûrê rojhilata Mûsilê serkirdeya çeteyan bû.
Hêzên asayîşê yên Iraqê ji tîrmeha 2017an vir va ku Mûsil di vê dîrokê da ji destê DEAŞê hat derxistin, ji bo girtina mensûbên rêxistinê û kesên ku bi rêxistinê ra têkildar e, operasonan li dar dixe.