16 Sibat 2017•Rojanekirin: 17 Sibat 2017
DIHOK
Serokê Encumena Wîlayeta Nînowayê Beşar Kîkî rexne li kiryaran kir û got: "Heşda Şebî li Mûsilê li hemberî sivîlan sûcên însanî dike. Ji bo ev were kontrolkirin û hessasiyeta taîfî durist nebe divê Heşda Şebî di bin Rêvebiriya Polêsên Nînowayê herekete bikin."
Kîkî di daxuyaniya xwe ya ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê de behsa rewşa dawî ya navenda Mûsilê û binpêkirinên milîsên Şiî Heşda Şebî kir.
Serokê Encumenê Kîkî, ragihand ku Heşda Şebî li Mûsilê çend welatiyên sivîl revandine û îşkence li wan kiriye, wan jî ji bo xelaskirina sivîlan hemû saziyên emnî û resmî xistine dewrê.
Li ser metirsiya Heşda Şebî Kîkî got: "Li nav kuçe û kolanên Mûsilê hemû xelk xistiye fikaran. Ev jî dibe sedemê hessasiyetê di navbera pêkhate, unsûr û sinifên cuda yên Mûsilê. Xelk vê yekê qebûl nake."
Der barê Hêza Altûnî ya Artêşa Iraqê de Kîkî diyar kir ku ewan xwe ji taîfiyê parastiye loma jî xelk ji wan razî ye.
Kîkî daxwaz kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî înîsiyatîfê bigire û Heşda Şebî bixe bin emrê Polêsê Nînowayê.
Di behsa vegera xelkê koçkirî de jî Kîkî wiha agahî dan: "Li çend deveran xelk ji ber tirsê venegeriyane malên xwe. Lê li gelek navçeyan jî geşahî heye. Bi taybet deverên ku pêkhateyên cuda yên wek xrîstiyan, êzidî û şebek lê dijîn. Mesela 50 malbat vegeriyane Başîkê. Sedemê nevegera bi temamî tirsa pêşerojê ye. Loma divê temamê wîlayeta Nînowayê were kontrolkirin û dewlet jî pêbaweriyê bide wan."
- Ji bo avakirina Mûsilê 350 milyar Dolar lazim e
Mijara avabûna Mûsilê û vegera xelkê bi temamî li gor Kîkî girêdayî îmkan û veberhênanê ye, ew dibêje: "Divê pêşî zirara xelkê were tezmînkirin. Saziyên resmî vebin û memûr herin ser karê xwe. Ji bo avakirina Mûsilê bi hemû nahiye û qezayên xwe ve îhtiyac bi 350 milyar Dolarî heye. Hêviya me ew e ku hemû welat rola xwe li ser vê yekê bilîzin."