MUŞ
Her çiqas sektora solan pêş ve bikeve jî, li herêmê gel hê jî solên terabzan û cizlavêtan pê dikin.
Li herêmê herî zêde li gundan, kal û pîr solên "gizlavet" yên ku wek cizlavêt tên binavkirin pê dikin.
Îlhan Balayê ku li Mûşê pêlavan difroşe got ku ew payîzê û zivistanê gelek solên cizlavêt û terabzanan difroşe. Bala daxûyand ku cotê terabzanan 7 lîre, cizlavêt jî 20 lîre ye û wiha axivî:
"Terabzan û cizlavêt zû kevn dibin. Yanî dema ku zivistanekî tên pêkirin êdî nayên bikaranîn. Welatiyên ku li gundan dijîn hîn jî eleqeyeke mezin nîşanî van solan didin.
Welatî Ramazan Saglam jî got ku bihayê solan zêde ye û ew ji ber vê cizlavêtan distîne û wiha axivî:
"Bi taybetî li gundan welatî naxwazin solên biha bistînin û li gund van li pê bikin. Ji hêla din ev sol avê nakşînin ji ber wê zivistanê em bi rehetî van solan pê dikin."