EL-ENBAR
Li el-Enbara Iraqê li bajarê er-Ramadiyê du êrîşên bibombe hatin kirin. Di êrîşê de 6 kes kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyeke polêsên Enbarê, li herêma Es-Sufiyê hêzên 'Svat'ê bûn hedef. Wesayîtekê bombebarkirî li vir hat teqandin û encamê de erîşkar û 4 leşker mirin, 6 leşker jî giran bîrandar bûn.
Her wiha li bajaroka Tikrîta Enbarê jî bi wesayîta bombebarkirî êrîşî avahiya postexaneyê kirin û kesek mir, 8 kes jî birîndar bûn.