Türkan Tosun
22 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li Japonyayê ji ber hewaya germ a ku ji serê mehê vir va tesîra wê zêde ye, duh herî kêm 11 kes mirin
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Japonyayê Kyodoyê li navenda bajêran germahiya hewayê digîhîje 40 pileyî.
Hat daxuyandin ji ber germê jê gelek kal û pîr 11 kes mirin.
Hat gotin li paytext Tokyoyê ambulans di nav rojekî da 3 hezar û 99 seferan dikin ku ev di dîroka welêt de rekorek e.
Di herdu hefteyên ewil ên tîrmehê da 30 kes ji ber germê miribûn, ji 12 hezarî zêdetir kes jî ji ber germê nexweş ketibûn û ew rakiribûn nexweşxaneyan.
Pisporên meteorolojiyê daxuyandin hewaya germ wê di hefteyên pêş me da jî dewm bike.