Önder Beyter
11 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku li başûrê parêzgeha Kerkûkê ya Iraqê li dijî bermayiyên rêxistina terorê DEAŞê yên ku xwe li çolterê vedişêrin, operasyona lêgerînê dest pê kir.
Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd di civîna çapemeniyê ya li avahiya hikûmetê da wiha got, "Li dijî bermayiyên rêxistina terorê DEAŞê ku vê axiriyê êrîşî hêzên ewlekariyê dikin, li başûrê Kerkûkê li dehl û çoltera di navbera navçeya Hewîce û bajarokê Riyadê da operasyona lêgerînê dest pê kir."
Seîd diyar kir ku hêzên Dijî Terorê û Polêsê Federal beşdarî operasyonê bûn û wiha got, "Armanc ew grûbên terorê ne ku li çolterê xwe vedişêrin û bi taybetî jî êvaran êrîşî hêzên ewlekariyê yên ku li herêmê dewriyeyê digerînin, dikin."
Walî Seîd diyar kir ku navçeya Hewîce û gundên wê 5 meh berê hatin rizgarkirin û ligel vê yekê xelk ji ber ewlekariyê venagere û wiha dewam kir, "Ev unsûrên terorê ku nahêlin koçber vegerin deverên rizgarkirî, divê bên tunekirin."
Hêzên Iraqê di 5ê Cotmeha 2017an da Hewîce û 4 bajarokên wê ji rêxistina terorê DEAŞê rizgar kiribûn.