İbrahim Atmaca
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ÎDLIB
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê rejimê li Serakîba navçeya Îdlibê bi xaza klorê va êrîşî herêma sivîlan kir û di êrîşê da 7 sivîl bi xazê ketin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên parastina sivîl hilda, hêzên rejimê ber bi êvarê bi bombeya xaza klorê va êrîşî Serakîba navçeya Îdlibê ku di kontrola mixalifan da ye kir.
Wezîrê Tenduristiyê yê Koalîsyona Neteweyî ya Mixalif û Hêzên Şoreşger a Sûriyeyê (SMDK) Fîras Cundî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Hêzên rejima Beşşar Esed bi xaza klorê va êrîşî Serakîba navçeya Îdlibê kir."
Cundî diyar kir, di êrîşa bibombe ya xaza klorê da zarok jî di nav da 7 sivîl bi xazê ketin.
Kesên ku bi xazê ketin, li navendên tenduristiyê yên li herêmê hatin tedawîkirin.
Êrîşên esmanî yên li ser Îdlibê ber bi êvarê zêdetir bûbûn û tê da 8 sivîl hatibûn kuştin, 40 sivîl jî birîndar bûbûn.
Herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê du mehên dawîn in ku rastî êrîşên esmanî tên. Tenê di meha rêbendanê da 211 sivîl mirin, hezar û 447 sivîl jî birîndar bûn.
Îdlibê dikeve bakurê Sûriyeyê û li ser sînorê Sûriye û Tirkieyeyê ye. Îdlib di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da wek "herêma kêmkirina rageşiyê" hatibû îlankirin. Herêm di bin kontrola mixalifên leşkerî û komên çekdar ên li dijî rejimê ne da ye. Herêm hê rastî êrîşên rejima Esed û car caran jî rastî êrîşên Rûsyayê tê.