Balafirên hêzên koalisyona di pêşikêşiya DYAyê de li Kobanêyê baregehên DÎŞI bombe kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê herêmî bidestxist, hêzên koalisyonê li Kobanêyê ji hewayê êrîşî du cihan kirin. Hat destnîşan kirin ku di êrşê de hedef erebeyên bizirx û mewziyên DÎŞIyê bû.
Piştî êrîşê dengê teqînan ji Suruca ku li sînorê Sûriyeyê ye hat bihîstin.
Ji hêla din ve di navbera komên kurdan û DÎŞIyê de şer dewam dike.
Hêzên ewlekariya Tirkiyeyê jî li ser sînor tevdîrên ewlehiyê digrin.