WASHINGTON
Endamê misilman yê ewil yê Kongreya Amerîkayê Keith Ellision wek Xirîstiyan mezin bûye û hîn di 19 saliya xwe de di mizgeftekî de gotinên melayekî guhdar dike û ji ber gotinên wî biryar dide ku bibe misilman. Ew bi zarokên xwe yên misilman, dayika xwe ya Xiristyan û birayê xwe yê keşîş ve bêyî ku heqaretê li ola hev bikin di nav rêz û hezkirinê de dijîn û ji bo Amerîkayê dibin mînakekî pir baş.
Ellîson wiha dibêje: "Malbata min tu carî ferq nexiste navbera me. Ji ber wê ez şerê mezheb û olan fêm nakim. Xwedê wê di navbera me de biryarê bide, ma em çima hev dikujin? Heke hemû tiştên ku divê bên kirin ji bo xwedê be û her tiştê di Qur'anê de li gor rehm û comerdiya wî be, em çawa dikarin evqas zalim û bêedalet bin."
Ellîsonê ku li ser maseya wî Qûr'ana pîroz û tizbî heye diyar dike ku meha remezanê ji bo wî pir girîng e û wiha dibêje: "Bi piranî dema ku ez serê sibê radibim an jî ber bi êvarê Qûr'anê dixwînim. Her remezan rojiyê digirim û heta ji destê min tê, ez her êvar nimêja terewîhê dikim."
Ellîsonê ku hîn di ciwaniya xwe de bûye misilman, baweriya xwe wiha anî ziman: "Ya rast ez nizanim ku min çima îslam qebûl kir. Bi tenê min hîs kir ku ji bo min ya herî baş ev e. Ez rêzê nîşanî Dêra Katolîkan û Papa Franciscusê didim, lê ji bo min ew bi tenê wek ku ji rêzikan pêk hatibe, xuya. Min pirtûkên jiyana Mûhammed Alî û Malcolm X û veguherîna jiyana wan xwend. Min îslam nas dikir lê ez qet rastî misilmanekî nebûm. Dema ez di pola duyem de bûm ez û hevalekî xwe dersa matematîkê dixebitîn, lê min nizanibû ku ola wî çi ye. Rojeke înê navber da xebatê û got ku divê here cihekî. Ji min pirsî "Tu jî dixwazî werî?" min jî got "erê" û em bi hev re çûn. Cihê ku em çûn tu kes li ser sandalyeyan rûnedinişt. Herkes li erdê rûdinişt. Ez jî rûniştim û min guhdar kir. Mela behsa rastiyê, nimêj, zikat û baweriya melek û kitêban dikir. Van gotinan bandor li ser min kir. Paşê ez gelek caran çûm li wir û bûm misilman."