02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
KOPENHAG
Li Kopenhaga paytextê Danîmarkayê di çalakiya Otonoma koma çepgir a ji bo salvegera 10an ya hilweşandina Mala Ciwanan da di navbera çalakvan û polêsan da pevçûn derket.
Kêm zêde hezar kesên ku kom bibûn li ser pankarta xwe nivîsîbûn ku hilweşandina mala ciwanan ji bîr nekirine û meşiyan.
Di dema meşê da hin çalakvanan bi keviran êrîşî bankamatîk, cam û mixazeyan kir. Ciwanan bi boyaxê va li ser camên bankeyan slogan nivîsîn. Ji ber êrîşê 3 banke û çend mixazeyan zirar dît.
Kesên rûpêçayî yên di nav çalakvanan da çaxê ku hatin navnîşana Jagtvej 69ê bi fîşengên hewayê, boyax, şûşe, çirpiyê hesin û kevirên peyarêyan va êrîşî polêsan kirin.
Qismekê komê bi polêsan ra ket pevçûnê û qismekê wan jî li erazî agir vêxist û bi muzîkê şa bûn.
Ciwan qasî demekê bi polêsan ra pev çûn û paşê bi sepetên markêtan û konteynerên sergoyan va hewl dan barîqatê daynin pêşiya wesayîtên polêsan.
Polêsan bi almanî, îngilîzî û danî anons kirin ku ji ber bûyeran çalakî hat betalkirin lê belê çalakvanan guh nedayê. Li ser vê polêsan bi copan çalakvan ji herêmê derxistin.