İbrahim Atmaca
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
KOPENHAG
Prens Henrîkê mêrê Margretheya 2yemîn a Qralîçeya Danîmarkayê hefteya çûyî di 84 saliya xwe da mir û bi merasima li Dêra Qesra Christiansborgê hat oxirkirin.
Prens Henrîkê ku bi eslê xwe Fransî ye di 13ê sibatê da li Danîmarkayê mir û li ser wesiyeta wî merasima fermî nehat kirin.
60 kes beşdarî merasima cinaze bûn û di nav kesên ku beşdar bûn da eqrebayên Prens û Malbata Qraliyetê, Serokê Parlementoyê Pia Kjaersgaard, Serokwezîr Lars Lökke Rasmussen, Balyozê Fransayê yê li Kopenhagê M. Francois Zimeray heye.
Piştî merasimê cinaze birin cihê ku wê lê bişewitînin. Piştî ku cinaze were şewitandin, nîvê xweliya wî wê li ser behrê were reşandin, nîvê din jî wê li Qesra Fredensborgê li baxçeyê taybet ê Malbata Qraliyetê were çalkirin.
- Prens Henrîk
Henri Marie Jean Andre di sala 1934an da li Fransayê hate dinyayê, piştî ku bi Margretheya 2yemîn a Qralîçe ra di sala 1967an da zewicî nasnavê Prens Henrîk hilda. Ji ber ku nasnavê qraltiyê nedanê, Prans Henrîk nexwestiye ku li kêleka Margretheya 2yemîn a Qralîçe were çalkirin.