Haydar Şahin
01 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Hezîran 2018
CENEVRE
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Libyayê qaçaxçiyên mirovan 12 penaber kuştin û gelekê wan jî birîndar kirin.
William Spindlerê Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan ya NYyê di civîna çapemeniyê ya li Ofêsa Cenevreyê ya NYyê da diyar kir ku li Libyayê qaçaxçiyên mirovan kêmzêde ji 200 penaberên welatiyê Erître, Etiyopya û Somaliyê 12 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin.
Spîndlerê Berdevk destnîşan kir ku bûyer di 23yê gulanê da li Banî Welîda 180 kîlomêtreyî dûrî Trablusa paytext qewimî.
Spîndler got li gor îfadeya penaberên sax xilas bûn, gule berî penaberên ku hewl dane birevin dane, hin penaberan bi qasî 3 salan di destê wan da êşkence kişandine.
Spîndler got meqamên Libyayê 140 penaberên ku xwe ji destê qaçaxçiyan xilas kirine birin navenda binçavkirinê ya 28 kîlomêtre dûrî Trablusê ye.