Ömer Koparan
01 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Hezîran 2018
AFRÎN
Li navenda Efrînê xebatên perwerdeyê yên ku ji aliyê rêxistina terorî YPG/PKKê ve hatibûn sekinandin bi piştgiriya Tirkiyê careke din dest pê kirin.
Li bakurê Sûriyê li Efrîna sînorê Tirkiyê piştî ku deverên gundewar ji terorîstan hatin xelaskirin perwerdeyê dest pêkir.
Li navenda bajêr li Mekteba El Îttihadê, nêzîkî hefteyekê ye di asta navîn û lîseyê de xwendekar bernameyên lezkirî yên perwerdeyê distînin.
Li vê mektebê teqrîben 450-500 xwendekar ders werdigirin û mamosteyên xwebexş dixebitin.
Cîgirê Serokê Meclisa Efrînê û Berpirsê Perwerdeyê Ebdo Nebhen, bo peyamnêrê AAyê diyar kir ku ewan hemû amadehîyên bo perwerdeyê qedandin û piştre dest bi dersdanê kirin.
Nebhen got mamosteyên xelkê Sûriyê xwebexş di vê mektebê de dixebitin.
Nebhen got: "Em nikarin bibêjin perwerde tunebû. Lê belê PYDê ew ji bo armancên siyasî bi kar dianî. PYDê Kurdî kire zimanê mecbûrî."
Herwiha diyar kir ku ji bo telafîkirina dersên paşvemayî dê xebateke berfireh bimeşînin.