Haydar Şahin
01 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Hezîran 2018
LONDRA
Sadiq Xanê Şaredarê Londraya paytextê Îngiltereyê got dibê hikûmet li Îngiltereyê valahiya qanûnî ya ku PKKya rêxistina terorê jê îstifade dike çareser bike.
Xan beşdarî fitara ku civaka Tirkan li Mizgefta Ezîziyeyê ya li Londrayê da bû û pirsên nûçegihanê AAyê berisivand.
Xanê ku Teşkîlata Polêsên Londrayê di bin destê wî da ye li ser pirsa der barê çalakiyên alîgirên PKKya rêxistina terorê da got, "Di vê mijarê da helwesta min eşkere ye. Tu carê nayê qebûlkirin ku komên wiha ji valahiyên qanûnî îstifade bikin."
Xan axaftina xwe wiha domand: "Heke komek ketibe lîsteya terorê endamên wê jî dibin dereqanûnî. Di vê rewşê da em dikevin dewreyê û polês dest bi xebatê dikin. Heke komek ji valahiyên qanûnî îstifade bike dibê Wezareta Karên Navxweyî wan valahiyan çareser bike."