Fatih Gazioğlu
15 Îlon 2018•Rojanekirin: 16 Îlon 2018
MEKSÎKO
Li Meksîkayê polêsan li rêxê rê di dolaba cemedê da 6 seriyên merivan yên jêkirî dîtin.
Li eyaleta Sonorayê polêsekî rayedar daxuyand ku ew li ser îxbarê çûn ciyê bûyerê û di dolebeke cemedê ya seyranê da 6 serên jêkirî yên mêran dîtin.
Polês destnîşan kir ku nasname û cendekê seriyan hê nehatine dîtin.
Li Meksîkayê çeteyên hişbirê gelek caran bi reqîbên xwe re bi şer diçin û ji bona 'hişyariyê" serê wan jê dikin.
Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî yên di meha tîrmehê da hatibûn eşkerekirin li welêt di şeş mehên ewil da 15 hezar û 973 kes hatin kuştin.
Li gor rapora Saziya Ewlehiya Raya Gel a Meksîkayê ya sala 2017an hatibûn weşandin ji 10 bajarên dinyayê yên ku herî bi tahlûke tên qebûl kirin 5 bajar yên Meksîkayê ne.