Geçeneyî, li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) rêvebiriya karê siyasetê dike û derbarê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Gceneyî, got ku tevgera Îxvanî Mislimîn (Birayên Misilman) bi hilbijartinan hat serî û wiha dewam kir: "Îxvan bi raya gel hat serî, lê bi derbeya leşkerî hat daxistin. Gelek endamên wî kirin girtîgehan. Niha jî di rûniştineke ku 20 deqîqeyî dewam kir de, ji bo 528 endamên îxvanê cezayê dardekirinê hat dayîn. Ev biryareke derî qanûnî ye, bi tu awayî nayê qebûl kirin."
- Zordestiya 80 salî
Geçeneyî, bi bîr xist ku politîkaya li ser Îxvanê nû nîne, 80 salin ku li Tevgera Birayên Misilman zilm tê kirin û desnîşan kir ku rejîmê di nav de Hesen el-Benna û Seyîd Qutub jî bi hezaran endamên îxvanê şehîd kirin.