Emel Öz
02 Îlon 2021•Rojanekirin: 02 Îlon 2021
Li New Yorka bajarê Amerîkayê ji ber barana gur lehî çêbû rewşa derasayî hat îlankirin, li Passaîca bajarê girêdayî eyaleta New Jerseyê jî 8 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Teşkîlata Polêsan a New Yorkê ji ber lehî û bahozê li New Yorkê jê yek zarok 8 kes mirin.
Şaredarê Passaîcê Hector Lora daxuyand li Passaîcê kesekî wesayîta wî di bin avê da ma, mir.
Şaredarê New Yorkê Bill de Blasio li ser Twîtterê daxuyand ji ber lehiyê li New Yorkê rewşa derasayî hat îlankirin û ew xebatan didomînin.
Rêvebiriya Gihandinê ya Şaredariya New Yorkê jî daxuyand ji ber ku îstgehên metroyê di bin avê da mane sefer nayên kirin.
Li ser medyaya civakî hat gotin ji ber lehiyê îstgehên metroyê di bin avê da mane sefer nayên kirin û bila meriv ji dûrî metro û herêmên lehiyê bisekinin.