Ahmet Dursun
02 Îlon 2021•Rojanekirin: 03 Îlon 2021
Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetan da 595 zêde bû û derket 108 hezar û 988an.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di 24 saetên dawîn da 595 kes mirin, 30 hezar û 279 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 108 hezar û 988an, hejmara pêketiyan jî derket 5 milyon û 55 hezar û 512an.
7 hezar û 831 nexweşên Kovîd-19ê jî di yekeyên nexweşiya giran da tedawiyê dibînin.
Heta niha 19 milyon û 149 hezar û 847 kes doza ewil a aşiyê bûn, 9 milyon û 293 hezar û 143 kes jî doza duyem ya aşiyê bûn.
Bi tevahî 28 milyon û 442 hezar û 990 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hat kirin.
Ji hêla din 306 bajêr di kategoriya "sor", 110 bajêr di kategoriya "tûtik" û 32 bajêr jî di kategoriya "zer" da ne.