Serdana Wezîrê Karên Derve yê NYEyê John Kerry ya li dewletên Asyayê didome. Kerry, derbasî Endonezyayê ye bû, der bare hevdîtinên aştiya Sûriyê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Kerry, diyar kir êşa ku gelê Suriyeyê dikşîne hê jî dewam dike. Di hevdîtinên Cenevreyê yên ku ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî de jî tu encam derneket. Di vê mijarê de rejîm sûcdar e.
Kerry, wiha axivî: “Ji me hîç kes neheyirî ku hevdîtin dijwar derbas bûn. Em gihîştin pêngaveke krîtîk, lê divê em qebûl bikin ku astengiyên rejîma Esed derdixe, pêşveçûyinê dixitimîne.” Kerry, destnîşan kir ku muxalîfan “bi awayekî wêrek û cidî” helwesta xwe nîşanî dinyayê kirin ku ew dixwazin li ser hemû aliyên şer nîqaş bikin, lê me dît ku rejîm berevajiyê muxalifan difikire û naxwaze ku li gor vê fikrê tevbigere.