18 Îlon 2016•Rojanekirin: 20 Îlon 2016
WASHINGTON
Rêveberiya Amerîkayê daxuyand ku ew ji ber êrîşa hêzên koalîsyonê ya ku di encamê de 62 leşkerên rejima Sûriyeyê mirin, xemgîn in.
Di nûçeyên medyaya Amerîkayê de rayedarekî payebilind der barê êrîşa ku bû sedem 62 leşkerên rejima Sûriyeyê mirin, li ser navê rêveberiya Obama axivî. Rayedarî got ku ew ji ber vê êrîşê li ber xwe ketin û poşman in.
Beriya daxuyaniya rêveberiya Obama Fermandariya Hêzên Navend a DYAyê (CENTCOM) jî daxuyaniyek nivîskî weşandibû. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku li Deyra Zorê ya bajarê Sûriyeyê wan wisa zen kiriye ku baregehek ya DAEŞê ye û êrîş li wê baregehê hatiye kirin.
Du serê sibê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Tumgeneral Igor Konaşenkov daxuyandibû ku êrîşa hêzên koalîsyonê bi 2 F-16 û 2 A-10an ve hatiye kirin, 62 leşkerên rejimê mirine û ji 100î zêdetir leşker jî birîndar bûne.