ÎSLAMABAD
Li Pakîstanê baranên gur, li eyaletên wekî Pencap, Belucîstan û Sîndê bûn sedema lehiyê û li gelek bajaran rewşa xeternak hat îlankirin.
Rayedaran ragihand ku di lehiyên li welêt de heta niha herî kêm 47 kes mirin û lehî li gelek bajaran jî bû sedema xisarê. Rayedaran diyar kir ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.
Artêşa Pakîstanê û Saziya Birêvebiriya bobelatê, jî li eyaletan xebatên xilaskirinê didomînin.
Li Pakîstanê baranên musonê her sal dibin sedema mirin û zirarên madî yên giran.