16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
PARÎS
Li ofîsa Parîsê ya Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) teqîn çêbû.
Li gorî agahiyê, di dema vekirina pakêta nameyekê da teqîn çêbû, kesek birîndar bû. Eşkere bû ku birîna birîndar sivik e.
Hat ragihandin ku piştî teqîna li herêma 16emîn a Parîsê, polêsan qedera 150 kesên di avahiya IMFê da tehliye kirin.
Hat destnîşankirin ku polêsan li herêmê tevdîrên berfireh standin.