16 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
PARÎS
Hat ragihandin ku li başûrê Fransayê li dijî dibistanekê êrîş pêk hat û gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji qenala BFMyê hat dayîn êrîş li bajarê Grasseyê di liseya Tocquevîlleyê de qewîmi. Li gor nûçeyê kesek biçek ket lîseyê û gule berdan ser mirovan.
Di encama bûyerê de gelek kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku polêsan der barê bûyerê de kesek binçav kir.
Polêsan tedbîr hildan û kesên li derdorê bûyerê rûdinin hişyar kirin ku ji malên xwe dernekevin.