Abdullah Tel
26 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
ANKARA
Serokê DYAyê Donald Trump resepsiyona fitara edetî ya ku beriya her Eyda Remezanê li Qesra Spî dihat dayîn, di bernameyên xwe da bi cih nekir û îsal fitar neda.
Li gor nûçeya BBCyê Trump edeta ku bi qasî 20 salan e dewam dike û sê serokên Amerîkayê yên beriya wî bi cih anîne, îsal nekir. Lewra her sal roja erefeyê li Qesra Spî ji bo nûnerên civaka misilmanan fitar dihat dayîn lê ev edet îsal pêk nehat.
Trump û tevlî xanima xwe first lady Melania Trump îsal di şûna resepsiyona fitarê da roja şemiyê (erefe bû) çû deweta Wezîrê Xezîneyê Steven Mnuchinê ku bi Louise Lintonê ra zewicî.
Misilmanên li DYAyê jî ji ber ku Trump îsal fitar neda ser Twîttera bernameya medyaya civakî bi peyaman bertekên xwe nîşan dan.
Her çiqas bê gotin ku cara ewil ji bo misilmanan fitar di heyama Jefferson da hatiye dayîn jî di rastiyê da ev yek wek edet di sala 1996an a heyama Bîll Clînton da dest pê kir. George W. Bush û Barack Obama jî di heyamên xwe da ev edet domandin.