Haydar Şahin
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
ANKARA
Roja înê di Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) da wê hilbijartina serokê saziyê bê kirin.
Îlhan Yerlîkaya di 25ê mijdara 2015an da ji bo seroktiya RTUKê hatibû hilbijartin û piştî 2 salan dema wezîfeya wî temam bû, endamên Lijneya Bilind ew ê ji bo hilbijartina serok û cîgirserokê saziyê bicivin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitand di civîna RTUKê ya roja înê da rojeva sereke hilbijartina serok e. Endamên Lijneya Bilind wê ji bo hilbijartina serok û cîgirserokê RTUKê rayên xwe biavêjin.
Lijneya Bilind ji 5 endamên ji AK Partiyê, 2 endamên ji CHPê û 2 endamên ji MHPê pêk tê, ji bo hilbijartina serok dibê namzed herî kêm 5 rayan bistîne.
- Dema wezîfeya seroktiyê 2 sal e
Li gor xala 36an a Qanûna Weşan û Xizmetên Saziyên Radyo û Televizyonan Serokê Lijneya Bilind û cîgirserok ji bo 2 salan tên hilbijartin.