RŞMMSyê di daxuyaniya xwe de diyar ki ku hêzên rejimê li dijî herêmên ku di kontrola muxalifan de ne bi çekên giran ve operasyonên bejahî û esmanî li dar xistin. Di encamê de li banliyoyên Şamê 33, li Helebê 26, li Îdlibê 13, li Hamayê 5, li Der'ayê 5, li Hûmûsê 5, li Raqqayê 1 û li Deyrê'z-zorê 1 û bi tevahî 89 mirov mirin.
Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (KKHS) jî daxuyanî da û got ku helîkopter û firokeyên şer ên artêşa rejima Sûriyeyê herêma Şûkerî, Qafr Hamra û Anadan ên ku li ser Helebê ne bombebaran kir û di encamê de li gelek wargehan xisar pêk hat.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hê jî li dora Kela Helebê ya dîrokî û Taxa Kevin a Helebê di navbera muxalif û hêzên rejimê de pevçûn didomin û li herêmê muxalifên çekdar gelekî ziyan da hêzên rejimê.
Ji hêla din ve têlevîzyona Dewleta Sûriyeyê daxuyand ku di pevçûna li Deriyê Sînorê Kesebê ya ku li bakurê welêt di navbera muxalifên çekdar û peywirdarên ewlehiyê de qewimî Qumandarê Parastina Neteweyî ya Sûriyeyê Hilal el-Esed hat kuştin.