HELEB
Hat diyarkirin ku li bakûrê Helebê li bajaroka Hayanê di navbera hêzên Eniya Îslamî û Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de pevçûn derketin.
Bebirsyarê Medyayê ya Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) Ehmed Mihemed Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bajaroka Hanyayê hêzên DÎŞI û Eniya Îslamî pev diçin. Ji ber şerê wan gelek mizgeft û avahiyan zirar dît. Elî wiha dewam kir: "DÎŞI du roj e ku bi wesaîtên bombebarkirî êrîşan dike. Erîşên wan zêde bûn. Li navçeyên Carablûs, Raqqa û Tel Ebyadê jî pevçûn didomin."
- Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê: 47 kes li Xumsê bi tevahî 83 kes mirin
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) de hat diyarkirin ku hêzên rejîmê duh ji hewayê û ji bejayê êrîşî muxalifan kirin. Êrîşên rejîmê di serî de ji ber sir, seqem û kêmasiya xwarinê duh 83 kes mirin.