İbrahim Atmaca
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2017
ŞAM/ANKARA
dLi Şama paytextê Sûriyeyê bi wesayîta bombebarkirî va êrîşa xwekujiyê hat kirin û li gor agahiyên ewil di êrîşê da 4 kes hatin kuştin, 7 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên nexweşxaneyê hilda, êrîşkarê xwekuj wesaîta bombebarkirî li navenda paytext, Meydana Tehrîrê teqand. Di êrîşê da herî kêm 4 kes hatin kuştin, 7 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya SANAya ajansa nûçeyan a rejima Esed, li ser rêya balafirgehê û taxa Amarayê sê wesayîtên bombebarkirî hatin tesbîtkirin. Dema ku polêsan wesaît dişopand, êrîşkarekî wesayît teqand.
Li gor nûçeyê polês her du wesaîtên din îmha kiriye, hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.