ŞAM
Lijneya Neteweyên Yekbûyî ji bo li ser çekên kîmyewî lêkolînê bike çûbû paytextê Sûriyê Şamê. Hat ragihandin ku NYê rojekê navber dabû xebatên xwe, lê niha dîsa dê dest bi lêkolînê bike.
Di êrîşa bi çekên kîmyewî ya 21ê tebaxê de gelek kesên bêsûc mirin. Hat diyarkirin ku lijneya NYê ji bo daneyên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de kom bike îro dê here herêma şer Gûtayê.
Roja duşemê kesên ku nasnameyên wan nayên zanîn, êrîşê heyetê kiribûn û ji ber vê yekê lijneyê navber dabû xebatên xwe.
Lijneya ku rastî erîşê hat îro dîsa dest bi xebatê kir.