28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê DYAyê Mark Toner ji bo hebûna PKKê ya li Şengalê got: "PKKya ku DYA wê wek rêxistina terorê bi nav dike divê li Şengalê tu roleke wê tunebe. Em hebûna PKKê ya li wê derê ji bo lihevkirinê wek astengiya sereke dibînin."
Toner di civîna çapemeniyê ya rojane ya Wezareta Karên Derva da rûdanên dawîn ên ku li Sûriye û Iraqê diqewimin nirxand.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê DYAyê Toner got ku ew hebûna PKKê ya li Şengalê ji bo gava lihevkirinê astengiya herî mezin dibînin û ragihand ku ew ji bo hevkarî û şirîkatiya rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ya der barê Şengalê da ew navbeynkariyê dikin û wiha dewam kir: "Ez wisa bawer dikim ku hikûmet (Hikûmeta Bexdayê) ji bo pêk hatina îstiqrarê ya li Şengalê, pirsgirêk û qisaweta me yên ku hebûna PKKê sedem fehm dike."
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî gotibû "Karê PKKê li Şengalê tuneye" û Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî hefteya borî daxuyanî da û ragihand ku heke PKK ji Şengalê dernekeve ewê "rêbaza eskerî" bikin rewacê.
PKKya rêxistina terorê piştî ku DEAŞa rêxistina terorê di 3yê Tebaxa 2014an da êrîşî Şengalê kir, bi vê hincetê ket herêmê.
- Daxuyaniya lêborînxwestinê
Toner li ser pirsa "Piştî îdiayên ku Tirkiyeyê ji DEAŞê neft kiriye, DYAyê ji Enqereyê lêborîn xwest" got ku der barê mijarê da agahiyên min tunene.
Li ser îdiayên John Bassê Balyozê Enqereyê yê DYAyê ku dihat gotin Tirkiyeyê ji DEAŞê neft kiriye, John Kerry Wezîrê Karên Derva yê DYAyê ûTeşkîlata Îstixbarata Navendî ya Amerîkan (CIA) ji Tirkiyeyê lêborîn xwestibû.
- Dengdayîna Îsraîlê ya li NYê
Wek mayîn Toner di dengdayîna der barê Îsraîlê ya ku li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja înê hat kirin da helwesta DYAyê parast.