27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
GAZÎANTEP
Gazzunî Huweyşa ku (52) ji ber tundiya PYDya şaxa rêxistina terorê ya li Sûriyeyê xwe sparte Cerablusê niha çêleka kurê xwe Huseynê ku pêl mayinê kir û mir wek emanet xwedî dike.
Cerablusa navçeya Helebê piştî ku ji destê rêxistina terorê DEAŞê hat xilaskirin bi hezaran kes li Cerablusê bi cih bûn.
Gazzunî Huweyş jî bi mêrê xwe, zarok û neviyên xwe ve li Cerablusê di avahiyeke sê qat a wek înşaetê de yê dijî.
Kurê Huweyşê Huseyn (13) dema ku ew ji ber tundiya PYDê reviyan pêl mayinê kir û mir. Huweyş niha di vê avahiyê ku wek înşaetê ye de çêleka ku kurê wê pir jê hezdikir xwedî dike.
- Jiyana wan a bextewar serobino bû
Dayîk Gazzunî Huweyşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku jiyana wan bi şer ra serobino bû.
Huweyşê diyar kir ku ji ber tedayiya PYDyê koçî Minbicê kirine û got ku me li Minbicê xanî kirî, piştî ku wê derê jî bi dest xistin em revîn.
Huweyşê diyar kir ku zaroka wê ya 10an çêbûye û kurê wê yê herî biçûk Hiseyîn pêlî mayînê kiriye û miriye.
Huweyşê xeberdna xwe wiha dewam kir: "Li Şuyuxê heyateke meya xweş hebû. Em bextewer bûn. Heywanên me û xaniyekî me yê duqatî hebû. Em demeke dirêj di navbera DEAŞ û PYDyê da man. Yek me da koçkirin û ya din zarokên me sitend. Em çiqas revîn jî li pey me hatin. Ji ber destê PYDyê em çûn Minbicê, peyra hatin wir û em derketin. Niha jî em li vir dimînin. Em li vir 8 kes in."
Huweyşê diyar kir ku li zarokên qîza xwe jî dinihêre û wiha got: "Piştî ku keça wê û mêrê xwe dev ji hev berdan, zarokên biçûk li cem me man. Niha zarok ji kalê xwe ra dibêjin 'bavo.' Em bi saya xêrxwazan dijîn."