ŞAM
Hêzên Esed li dijî muxalîfan operasyon li dar xistin. Hat ragihandin ku di operasyonan de 55 kes hatine kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Suriyeyê diyar kir ku hêzên ewlehiyê him ji erdê û him jî hewayê li dijî muxalifan operasyon li dar xistin.
Li Şamê 30, li Helebê 7, li Derayê 6, li Xumusê 5, li Îdlibê 3, li Deyruz Zordayê 2, li Hama û Kuneytrayê jî du kes bi tevahî 55 kes mirin. Gelek mal xirab bûn û hin avahî jî xisar dîtin.
Balafirên şer berbajarên Cobar, Gutaya Rojhilat û Dumayê yên Şamê bombe kir. Li herêma Haresta, Kabun, Zemelka, Berze, Dareya û Yermukê di navbera Artêşa Suriyê ya Azad û muxalifan de pevçûn çêbûn û hêzên girêdayê Şamê ev der bombe kirin.
Ji hêla din hat îdiakirin ku hêzên rejîmê ji bo muxalifan li herêma Babilayê ya Şamê gaza kîmyewî bi kar anî.
Lijneya Şoreş a Giştî ya Suriyeyê (LŞGS) îdia kir ku hêzên rejîmê bombeyeke gaza kîmyewî avêtin li bajaroka Babilayê. Ji ber vê gelek kes di bin talûkeya fetisandinê de man.
LŞGSyê diyar kir ku kesên di bin tesîra gazê de mane li nexweşxaneyên herêmê tên tedawîkirin û hewcedariya alavên tibî hene. Bijîşkê Nexweşxaneya Sahrayê Ahmet Ebu Halil nûçevanê AAyê re got ku gelek kesên di bin gazê de mane bê hiş bûne, nabînîn, bêhna wan diçike û vedireşin.
Hêzên rejîma Suriyeyê demekî berê jî li herêma Adraya Şamê, li Cobar û Gutaya Rojhilatê bombeyên gaza kîmyewî bi kar anîbûn.