Elif Orhan
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
SYDNEY
Hat ragihandin ku li Sydneya bajarê Awistralyayê roja herî germ a 79 salên dawîn çêbû.
Rayedaran eşkere kir ku îro li Sydneyê germahiya hewayê derket 47,3yan.
Ji ewlehiya New South Walesê Catherîna Burnê diyar kir ku li eyaletê plana têkoşîna bi germahiya zêde re hat tetbîqkirin.
Ji ber germa zêde cêyran çû û vê yekê tesîrê hezaram milkê kir û li eyaletê hember îxtimala şewatê agirkirin hat qedexekirin.
Li Sydneyê di sala 1939an de germahiya hewayê derketibû 47,8an.