NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Pêşnumaya ji bo alîkariya însanî bidin Sûriyeyê ya Konseya Ewlehiyê a Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ku dê Awistralya, Urdun û Luksembûrg pêşkêş bike dê îro di saet 18.00an de deng bidinê.
Di pêşnumayê de ev mijar cih digrin: Destûr bê dayin ku bikaribin alîkariya însanî bigihînin hemû deverên Sûriyeyê, dorpêçkirina bajaran ji holê bê rakirin, dawî li êrîşa hewayî ya ku hêzên rejimê dikin bînin, leşkerên ku di dibistan û nexweşxaneyan de ne bên derxistin.
Cara ewil dema ku pêşnuma li welatên endamên KENYê hatibû belavkirin, Rûsya û Çîn pêşnumayê qebûl nekiribû û nayê zanîn dê vê carê Rûsya û Çîn pêşnumayê êrê bike an jî veto bike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn der barê mijarê de roja pêncşemê daxuyanî dabû rojnamevanan û diyar kiribû ku ji ber ku di hevdîtinên Cenewreyê de negihiştin encamekê girîng hêviyên ew şikestin û bangewazî kiribû da ku civaka navneteweyî bi lezgînî alîkariya însanî bigihîne Sûriyeyê.
Berê sê caran Rûsya û Çîn pêşnumayên bi vî rengî yên ku KENYî pêşkêş kiribû veto kiribû. Ji bo ku pêşnuma bê qebûlkirin divê 5 endamên daîmî yên KENYê DYA, Rûsya, Çîn, Fransa û Ingilistan rayeya xwe ya vetoyê bi kar neyne û ji 15 welatên endam 9 welat jî pêşnumayê êrê bikin.