HELEB
Li Sûriyeyê di operasyonên ku hêzên Esed bi çekên giran li hember muxalifan kirin de 13 jê zarok, 3 jin, bi tevahî 74 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê de hat gotin ku hêzên girêdayî rejima Esed li bajarên cuda, ji hewa û bejayê, bi çekên giran ve operasyon birine ser muxalifan. Di operasyonên hêzên Esed de li Helebê 42 , li derdorên bajarê Şamê 8, li Îdlibê 5, li Deyrûz Zorê 4, li Xûmsê û Derayê 3 û li Lazkiyeyê kesek bi tevahî 74 kes hatin kuştin.
Ji hêla din ve ajansa fermînî ya nûçeyan SANAyê ragihand ku hêzên rejimê li berbajarên Heleb, Îdlib, Hama û Şamê operasyon kirin û di encama pevçûnê de gelek kesên çekdar hatine kuştin û di nav de kesên biyanî jî hene.