30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
ŞAM
Li Sûriyeyê di êrîşên ku rejima Beşar Esed ji hewayê birin ser mixalifên li Şam, Dera û Îdlibê da 12 sivîl hatin kuştin.
Xalid Mistefayê ji rayedarên parastina sivîlan ê li Xutaya Rojhilat a herêma Şamê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku êrîşên ku teyareyên rejimê birin ser Xutaya Rojhilat da 4 sivîl mirin, 7 sivîl birîndar bûn.
Mistefa wiha got: "Hêzên Esed bi xaza klorê va êrîşî Kabûna taxa Şamê kirin. Xazê ji 35 kesan girt. Kesên ku xazê jê girt rakirina nexweşxaneya li taxê û tên dermankirin."
- Êrîşî navenda belavkirina nan kirin
Ubade Zikreyê ji rayedarên parastina sivîlên Îdlibê diyar kir ku bi teyareyên şer êrîşî navenda belavkirina nan a li Dêra Şerqê ya gundê Numana Maaretê kir.
Zikre destnîşan kir ku di bombebaranê da 8 sivîlên ku di nav wan da zarok jî hene hatin kuştin, 35 kes jî birîndar ketin.
Zikre got ku kesên birîndar rakirin nexweşxaneya sehrayê ya li navçeyê û navenda belavkirina nan bû xirabe.
Rayedarên parastina sivîlên Derayê jî diyar kirin ku di êrîşên li ser herêmên mixalifan ên li Busr el-Herîra bajaroka Derayê da 5 sivîl birîndar ketin.