Türkan Tosun
21 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2019
ŞEDDADÎ/ANKARA
Li Hesekeya bajarê Sûriyeyê dema konvoya eskerên Amerîkî diçû li cihê kontrolê ya YPG/PKKya rêxistina terorê wesayîteke bibombe hat teqandin. Di êrîşê da 5 terorîst mirin û eskerekî Amerîkî jî birîndar bû.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî li Şeddadiyê li herêma ku wek cihê kontrolê ya YPG/PKKyê tê bikaranîn wesayîteke bibombe hat teqandin.
Dema teqînê konvoya eskerên Amerîkî derbas dibû, ji ber vê eskerekî Amerîkî giran birîndar bû.
5 terorîstên YPG/PKKyî jî di êrîşê da mirin.
Roja çarşemê jî li Minbîcê li hemberî eskerên Amerîkî êrîşeke bibombe hatibû kirin. Di êrîşê da 4 eskerên Amerîkî miribûn. DEAŞa rêxistina terorê berpirsyariya êrîşê qebûl kiribû.