04 Îlon 2016•Rojanekirin: 04 Îlon 2016
ELBEYLÎ
Hemleya Mertalê Feratê ya ku di 24ê Tebaxê da ji layê Hêza Peywira Taybet a Hevpar a Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên asîmanî yên Hevpeymanê va li bakurê parêzgeha Heleba Sûriyê li dijî tehdîdên terorê hatibû lidarxistin, berdewam e.
Artêşa Sûriya Azad (ASA) bi piştgiriya TSKyê va li ser xeta Azez-Cerablusa Sûriyê ya li ser sînorê Tirkiyê bi pêş dikeve û ji rêxistina terorê DAEŞê paqij dike.
Armanca muxalifan ew e ku gundê Ganime, Suweyda, (Jêr) Kandura, Ras el-Coz û Beyt Mihemed Hilalê ku di nava xeleka Ava Sûcû da dimînin, ji DAEŞê rizgar bikin.
Di pişka hemleyê ya Cerablusê da ASA ji sînorê Tirkiyê 24 kîlomêtro berjêr bibû û gihabû Ava Sûcû a li rojavayê Çemê Feratê.
Ji başûrê Ava Sûcû pê va kontrola rêxistina terorê PYD/PKKyê dest pê dike.
Li rojavayê xeta Azez-Cerablusê li navçeya Çobanbeyê jî hêzên ASAyê pêşva diçin.
Grûbek zirxdarên TSKyê ji Elbeyliya navçeya Kilîsê xwe berdabûn nava Çobanbeyê û bi vî awayî hemle berfireh dibe.
Hêzên ASAyê dixwazin pêşiyê ji Çobanbeyê ber bi rojhelatê xeteke teng li bal Cerablusê vekin.
Niha bi tenê 12 kîlomêtro ma ku herdu dever bi awayekî fîzîkî bigihêjin hev.