08 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
TEHRAN
Midûrê Enstîtuya Yûnis Emre ya Tehranê (EYET) Alî. Doç. Dr. Turgay Şafak got, "Newroz, vejîn, xwevahatin, vejîn û hişyarbûna ax û tebîetê ye."
Bi destê EYETê di çarçoveya çalakiyên Newrozê da li avahiya enstîtuyê hin çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.
Şafak destnîşan kir ku koma Arşavîr stranên azerîkî, tirkî, erebî, farisî û kurdî ku pirrengiya Newrozê îfade dike, gotin û herwiha diyar kir ku santûrjen Anar îlahiyên mutesewifên wekî Hecî Bektaşê Welî, Niyazî Misrî, Yûnis Emre û Hecî Bayramê Welî got.
Herwisa Şafak wiha xeberda, "Newroz, vejîn, xwevahatin, vejîn û hişyarbûna ax û tebîetê ye."
Santûrjen Sedat Anar jî diyar kir ku xelkê Îranê eleqeyeke germ nîşanî konserê da û ji ber hindê ew kêfxweş e.
Di konserta ku îlahî hatin xwendin da di neyê da Serdar Peşen, di bendîrê da jî Selahaddîn Anar hevaltiya Sedat Anar kirin.