Türkan Tosun
25 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
MÛSIL
Li Telafera navçeya Mûsila bajarê Iraqê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin, 2 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.
Nurettîn Kaplanê Alîkarê Serokê Meclisa Bajêr ê Mûsilê ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Li navenda navçeya Telaferê wesayîteke bombebarkirî ya ku hatiye parkirin teqiya."
Kaplan got der barê teqandina wesayîtê da wan agahiyek bi dest nexistiye û anî ziman di teqînê da 2 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.
Kaplan got birîndar rakirin nexweşxaneyên li Mûsilê û ev êrîş li hember ewlehî û îstiqrara navçeyê tên kirin.