İbrahim Atmaca
25 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2018
ANKARA
Li Tûnisê ji bo protestokirina şertên aboriyê kameraman Ebdurrezzaq Zerkî xwe şewitand û pişt ra li wilayeta Kasrîna ku bûyer lê çêbû heta sibê protesto hatin kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Sendîkaya Rojnamegerên Neteweyî ya Tûnisê hat dayîn, kameraman Ebdurrezzaq Zerkî xwe li wilayeta Kasrînê şewitand û mir.
Li gor daxuyaniya sendîkayê Zerkî ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar hêviya Zerkî nema û ji bo protestokirina vê rewşê xwe şewitand û berpirsê mirina kameraman "dewlet" e.
Zerkî beriya ku agir berde xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civkaî wiha gotibû: "Ev ji bo gelê Kasrînê bangewaziyek e. Ez ê bi serê xwe şoreşê bikim."
Piştî hat bihîstin ku kameramanê Tûnisî xwe kuştiye, li wilayeta Kasrînê nîvê şevê protesto hatin kirin.
Di sala 2011an da piştî ku firoşkarê seyar ê Tûnisî Mihemed Buezîzî xwe şewitand, pêvajoya bi navê "Bihara Ereban" dest pê kiribû. Li Tûnisa ku keleha dawîn a Bihara Ereban e, îro krîza aboriyê heye.