12 qulingên stûxeleq yên dawîn li Tirkiyeyê bi tenê deşta Bulanixa (Kop) navçeya Mûşê dijîn û di bin parastinê de ne ku koka wan neqele.
Komeleya Hûner, Çand, Dîrok û Parastin û Pêşvebirina Hebûnên Sirûştî yên Mûşê û Komeleya Parastina Jiyana Sirûştî ya ku navenda wê li Stenbolê ye bi hev re piştgiriyê didin "Projeya Li Mûşê Parastina Qulingên Stûxeleq û Toy".
Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Navçeyê piştgiriyê dide vê projeyê. Ji bo ku di vê mijarê de pêhêsîn çêbibe Midûriyet hin çalakiyan li dar dixe.
Ji van çalakiyan yek jî di Pêşdibistana Turnayan de hat lidarxistin. Xwendekarên pêşdibistanê wêneyên qulingên stûxeleq xêz kirin û boyax kirin. Zarokan bi vê çalakiyê ve xwestin ku koka wan neqele û quling bên parastin.
Midûrê Perwerdeyê ya Neteweyî yê Navçeyê Denîz Edîp jî beşdarî çalakiya zarokan bû û li wir daxuyand ku ev cure quling bi tenê deşta Kopê dijîn û divê ew bên parastin.
Edîp wiha axivî: "Koka qulingan ên ku di stranên me û dilê me de cih girtine li Anadoluyê bêdeng û bêhis diqele. Me nikaribû ku em li hember vê bêdeng bimînin. Armanca xwendekarên me û hemû xebatkarên me ew e ku qulingên stûxeleq bijîn."
Midûra Pêşdibistana Turnayan ya Bulanixê Mîhrîban Tanê jî daxuyand ku çalakiyên bi vî rengî di nav zarokan de dibe sedem ku hişmendiya parastina hawîrdor çêbibe. Zarok ji bo sirûştê hesas û berpirsyar bin.